Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, xwedîyên wesayîtên xurde yên ku hatine terikandin û hawirdorê qirêj dikin, hîşyarî da.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, xwedîyên wesayîtên xurde yên ku hatine terikandin û hawirdorê qirêj dikin, hîşyarî da. Ekîbên Midûrîyeta Polîsan û trafîkê, ji bo rakirina wesayîtên xurde yên ku ji alîyê xwedîyên wan ve li cihên pîşesazî hatine terikandin û bûne sedema qirêjîya hawirdorê û astengkirina çûnûhatinê, dest bi xebatê kirin. Ekîban hîşyarî da xwedîyên wan ku bila 27 wesayîtên ku li kêleka rê mane rakin. Ekîban dîyarkirin ku wesayîtên xurde wê bibe sedema xizanî û pirsgirêkên tenduristîyê û ji bo rakirina wesayîtan, rapor amade kirin. Hat dîyarkirin ku ger guh nedin hişyarîyan, wê wesayît bikişînin otoparkê.