Ew ê bi "Mala Kurdistanê" ya li Davosê, ku forûma herî girîng a aborîya cîhanê ye, kedeke mezin bide pêşxistina Kurdistana Federe.
Di destpêka 54. Foruma Aborî ya Cîhanê ku li bajarê Davos ê Swîsreyê tê lidarxistin de wê "Mala Kurdistanê" were vekirin.
Bi pêşengîya Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Davosê di bin çavdêrîya Dezgeha Înîsiyatîfa û Ragihandinê ya Serokwezîrîyê de “Mala Kurdistanê” tê vekirin.
“Mala Kurdistanê” li Davosê wê di tevahîya hefteya forumê de mazûvanîya mêvan û beşdaran bike û welat û şîrîketên mezin vexwîne da ku di sektorên cuda de li Herêma Kurdistanê veberhênanîyê bikin.
Foruma Aborî ya Cîhanê (Davos 2024) wê di navbera 15-19 Çile 2024 de li Davos a Swîsreyê bê lidarxistin.