Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn ku ji nûnerên karker, kardêr û hikûmetê pêk tê, wê roja duşemê ji bo dîyarkirina mûçeya kêmtirîn duyemîn civîna xwe li Wezareta Kar û Ewlehîya Civakî pêk bîne.
Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn ku ji nûnerên karker, kardêr û hikûmetê pêk tê, wê roja duşemê ji bo dîyarkirina mûçeya kêmtirîn duyemîn civîna xwe li Wezareta Kar û Ewlehîya Civakî pêk bîne.
Di civîna duyemîn de tê bendêkirin ku nûneran hêvîyên xwe bi reqeman bînin ziman. Di bendewarîyên ji bo mûçeya kêmtirîn hat ragihandin de, tê gotin ku divê herî kêm ji sedî 40 zêde bibe.
Tê payîn ku mûçeya kêmtirîn a nû herî dereng di 31'ê Berfanbarê de bê eşkerekirin.