Di çarçoveya lêpirsîna ku bi biryara Serdozgerîya Komarê ya Amedê li 6 bajaran hat destpêkirin de, 44 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi biryara Serdozgerîya Komarê ya Amedê li 6 bajaran hat destpêkirin de, 44 kes hatin binçavkirin. Li Amedê danê sibehê di serdegirtina gelek malan de hevşaredarên berê yên HDP’ê jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. Li aliyê din di operasyona 5 roj berê de, 75 kes hatibûn binçavkirin. Polîsan dema binçavkirina 75 kesên ku lêpirsîna wan berdewam dikir, dirêj kirîbû.