DI BERNAMEYA BÎRANÎNA TAHÎR ELÇÎ DE TURNUVAYA SATRANCÊ HAT LIDAR XISTIN
Baroya Amedê di çarçoveya xebatên xwe de ji bo Serokê xwe yê berê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li Sûrê hat qetilkirin turnuvaya satrancê li dar xist.
Baroya Amedê di çarçoveya xebatên xwe de ji bo Serokê xwe yê berê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li Sûrê hat qetilkirin turnuvaya satrancê li dar xist. Gelek kes beşdarî turnuvaya satrancê bûn. Endamê Lijneya Baroyê Parêzer Mehdî Ozdemîr beriya pêşbirkê axaftinek kir û wiha got, “Tahîr Elçî hem ji aliyê pratîka xwe ya parêzerîyê û hem jî ji aliyê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan nirxek e ku hem li Tirkîyeyê û hem jî di qada navneteweyî de tê naskirin. Em wek Baroya Amedê ji bo ku em vê nirxê zindî bihêlin her sal çalakiyên bîranînê li dar dixin. Armanca me ew e ku em nirxê Tahîr Elçî bigihînin nifşên din û têkoşîna ku wî daye. Armanca organîzekirina turnuvaya satrancê ya îro li vir ew e ku di çarçoveya çalakîya bîranînê de nirxê Tahîr Elçî ji nifşên paşerojê re were veguheztin.