Di qezaya ku li Kastamonuyê pêk hat de 6 kes jîyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûbûn, ajokarê otobusê hat girtin.
Doh li ser Rêbeja Kastamonu-Taşköprüyê otobusa rêwîyan ji ber ku ajokar kontrola dîreksîyonê winda kir li zevîyê qelîbî û qeza çêbû. 33 rêwîyên otobusa ku qelibî birîndar bûn, 6 rêwî mirin.
Ajokarê otobusê Orhan Çelîk ku di nav birîndaran de bû piştê tedawîya wî ya li nexweşxaneyê temam bû hat binçavkirin.
Ajokar Çelîk ku sewqî edliyeyê kirin, hat girtin.