Hejmara personelên ku wê di sala 2023an de wek 'Kadroyên Tenduristîyê yên Peymandar' bên xebitandin hat dîyarkirin.
Hejmara personelên ku wê di sala 2023an de wek 'Kadroyên Tenduristîyê yên Peymandar' bên xebitandin hat dîyarkirin.
Li gor qerara ku di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, hejmara personelên tenduristîyê yên bi peyman ku wê di sala 2023an da bên xebitandin wek 27 hezar hat dîyarkirin. Li gor vê yekê ji 1'ê Çileyê û pê de 23 hezar û 585 bijîşkên pispor, 3 hezar û 224 bijîşk, 146 ebe, 38 memûrên tenduristîyê, 3 hemşîre, 1 parêzvan, 1 tebîbê diranan, 1 psîkolog û 1 teknîsyenê tenduristîyê wê wekê personelê bi peyman bên îstîhdam kirin. Hemû tebîb û bijîjkên bi peyman, wê li navendên dermankirinê yên nexweşxaneyê bixebitin.