DEVA: ARMANCA EW E KU WAN PARTÎYÊN SÎYASÎ ÇAVTIRSIYAYÎ BIKIN
Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Demokrasî û Atîlimê (DEVA) Îdrîs Şahîn, operasyona ku navenda wê Amed li 21 bajaran hat kirin, weke 'terfa berîya hilbijartinê' û 'mudaxeleya ewlekarîya hilbijartinê' şîrove kir.

Şahîn ji Artî Gerçekê re axivî û dîyar kir ku dema operasyonan girîng e û wiha got, “Şîrovekirina vê mijarê bi rengekî din xwe xapandin e. Armanc ew e ku di heyama hilbijartinê de partîyên sîyasî yên hemberê xwe bitirsînin û bi vê belavkirina tirsê di vê pêvajoyê de rewşek bi avantaj bi dest bixin."