Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, dîyar kir ku ew ê roja sêşemê derbarê vekirina dibistanên li 10 bajarên herêma erdhejê de daxuyanî bidin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, dîyar kir ku ew ê roja sêşemê derbarê vekirina dibistanên li 10 bajarên herêma erdhejê de daxuyanî bidin.
Wezîr Ozer, di daxuyanîya xwe de wiha got, “Em roja duşemê li 71 bajaran dest bi perwerdeyê dikin. Wê li 10 bajaran kengê perwerdehî dest pê bike jî em ê roja sêşemê ragihînin. Heta niha 35 hezar û 24 xwendekar ji bo parêzgehên din hatine veguhestin. Me hemû pirtûkên dersê yên şagirtên pola 8 û 12an li herêma erdhejê çap kirin. Em ê di rojên pêş de belav bikin.”