Pargîdanîya Petrolê ya Tirkîyeyê (TPAO) Amedê jî di nav de li gelek bajaran destûrnameya lêgerîna petrolê ya 5 salan wergirt.
Biryara Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê ya Wezareta Enerjî û Çavkanîyên Siruştî ya derbarê mafên petrolê de di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor biryarê ji bo TPAOyê li Dîlok, Antalya, Çanakkale, Riha, Zonguldak, Amed, Colemêrg, Bartin, Karabûk, Kastamonu, Elezîz, Edîrne, Mereş û Kilîsê bi tevahî 18 qadan lîsansa lêgerîna petrolê hat dayîn.
Herwiha biryar hat dayîn ku qadên TPAO yên li Amed, Êlih, Sêrt, Tekîrdag û Kirklarelîyê bên îstîmlaqkirin.