Li navçeya Ercîşê ya Wanê di encama şerê ku di navbera du malbatan de derket de 11 kes hatin girtin.
Li navçeya Ercîşê ya Wanê di encama şerê ku di navbera du malbatan de derket de 11 kes hatin girtin.
Roja Yekşemê 16ê Tîrmehê li gunde Toprakli ya Erdîşê di navbera du malbatên dijminên hevdûde de şer derketibû û di encamê de kesekî jîyana xwe ji dest dabû û 19 kes jî birîndar bûn.
18 şikbarên ku piştê pevçûnê hatin binçavkirin, sewqê edlîyeyê hatin kirin.
Ji 18 gumanbaran 11 kes hatin girtin, 7 şikbar jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.