Der barê 5 kesên ku bûye sebebê qezaya Dêrikê ku tê de 20 kesan jiyana xwe ji destdan de doz hat vekirin.
Der barê 5 kesên ku bûye sebebê qezaya Dêrikê ku tê de 20 kesan jiyana xwe ji destdan de doz hat vekirin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 20’ê Tebaxê de der barê qezaya 2 TIR’ên ku ji Tesîsên Etî Bakir a girêdayî Holdînga Cengîz rabûn û tê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de lêpirsîn hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di çarçoveya lêpirsînê de, der barê 2 şofêrên TIRan û xwediyên 3 şîrketên ku TIR aîdê şîrketa wan e, îdianame hat amadekirin. Di îdianameya der barê 5 kesan de hat amadekirin, ji bo her kesî ji 5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Lê belê navê şîrketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdînga ku wesayit lê tên barkirin, di îdianameyê de cih negirt.