DERBARÊ QEYDKIRINA BERNAMA BÎRANÎNA TAHÎR ELÇÎ DE GILÎYÊ SÛCÊ
Baroya Amedê, ji ber ku kesên beşdarê bîranîna Tahîr Elçî bûn di çarçoveya xebatên lêpirsînê de wek hedef bên nîşandan û derbarê tomarkirina agahîyên wan de serlêdana sûcê kir.
Baroya Amedê, ji ber ku kesên beşdarê bîranîna Tahîr Elçî bûn di çarçoveya xebatên lêpirsînê de wek hedef bên nîşandan û derbarê tomarkirina agahîyên wan de serlêdana sûcê kir. Derbarê serlêdana sûcê de ji Baroya Amedê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Me di derbarê qeydkirina bernameya bîranînê ya Serokê Baroya me parêzer Tahîr Elçî de serlêdana sûcê kir. Di 28ê Mijdara 2021ê de ji bo bîranîna serokê baroya me, parêzer Tahîr Elçî yê ku hatibû qetil kirin bernameya bîranînê li dar xist. Me di derbarê vê bernameya bîranînê ku bûye mijara xebatên lêpirsînê û talîmat dayîna ji hêzên ewlehîyê re bi daxwaza divê ceza lê were birîn, me serî li Lijneya Dadger û Dozgeran da û gilîyê sûcê kir.