Derbarê kêmbûna otobusên şaredarîyê yên li Amedê û pirsgirêkên din de ji Meclîsê re pirsnameyek hat pêşkêşkirin.
Parlamenterê Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) yê Amedê Serhat Eren, dîyar kir ku xwendekarên li kampusa Silêman Demîrel a Amedê dixwînin piştê dibistanê neçar man bi saetan li rawestgeha li ber Forum AVM'ê li benda otobusê dimînin.
Eren ji bo ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya û Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî bersivê bidin ji Meclîsê re pirsname pêşkêş kir.
Eren di pirsnameya xwe de wiha pirsî, "Li gor hejmara gel a Amedê hejmara xet û otobusan têr dike?" Eren daxwaz kir ku ji bo mexdûrîyet ji holê rabe, herî kêm di saetên ji derketina dibistanê de xet û otobus bên zêdekirin.