Di çarçoveya lêpirsîna bûyera ku li Bismilê ji ber lihev nekirina erdan derketibû, û tê de 9 kes hatibûn kuştin de 3 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna bûyera ku li Bismilê ji ber lihev nekirina erdan derketibû, û tê de 9 kes hatibûn kuştin de 3 kes hatin girtin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê ji ber erd û zevîyan şer derketibû, di encamê de 9 kesan jîyana xwe ji dest dabûn û 2 kes jî birîndar bûbûn.
Derbarê bûyerê de lepirsîn hatibû dest pê kirin û ji 18 gumanbaran 6 kes hatibûn binçav kirin. Kesên binçavkirî piştê ku sewqê edlîyeyê hatin kirin ji wan Ş.A, T.T û A.T hatin girtin û şandin hepsê. Yek ji gumanbaran li qereqola cendermeyan kar û barên wî didom e, û 2 gumanbar jî li nexweşxaneyê tedawîya wan berdewam e.