Hat dîyarkirin ku derbarê şerê çekdarî yê ku li Bismilê pêk hat û di encamê de 3 kes miribûn de kesek hatîye girtin.
Hat dîyarkirin ku derbarê şerê çekdarî yê ku li Bismilê pêk hat û di encamê de 3 kes miribûn de kesek hatîye girtin.
Li Taxa Dûmlûpinar a navçeya Bismilê ya Amedê 2 roj berê di navbera malbatên Gumurcu û Tekîn de şerê çekdarî derket.
Di şer de Recep Gumurcu û Hisamettin Tekîn li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest dan û Meydîn Gumurcu jî li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. Sedat Tekîn ê giran birîndar bûbû jî rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Ji 2 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin kesek ji ber sûcê "kuştina bi qestî" hatin girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.