Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) derbarê îmtîhanên nivîskî û pratîkî yên li dibistanan da hûrgilîyan eşkere kir.
Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) derbarê îmtîhanên nivîskî û pratîkî yên li dibistanan da hûrgilîyan eşkere kir.
Ji îsal pê ve puanên dersên zimanên Tirkî û bîyanî ku 4 jêhatîbûna ziman tê de wê bi azmûna nivîskî ji sedî 50, ji azmûna guhdarîkirinê ji sedî 25 û ji azmûna axaftinê jî ji sedî 25 were hesibandin.
Li gor vê yekê di azmûnên nivîskî yên ku wê ji 100 pûanan bên nirxandin, hejmara bersivên çewt bandorê li ser bersivên rast nake. Encam wê ji hêla mamosteyê dersa têkildar ve di beşa pola mamosteyan a e-Okul de were nivîsandin.
Bi analîzkirina azmûnan li ser bingehek şax û polê, ji bo xwendekarên ku di dersan û destkeftîyan de kêmasîyên wan hebe, wê ji hêla polê an komên qada sazîya perwerdehîyê ve tedbîrên çareserîyê bêne girtin. Serlêdanên di vê çarçoveyê de wê di beşa ravekirina pirtûka dersê de bêne tomar kirin. Azmûnên nivîskî yên hevbeş wê wekê azmûna nivîskî ya dersa ku tê de têne sepandin were hesibandin û wê di hesabkirina pûana dersê ya wê nîv salê de were bikar anîn.