Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku di navbera daneyên belgeyê îmzekirî û daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de di gelek sindoqan de cûdabûyên zêde hene.
Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku di navbera daneyên belgeyê îmzekirî û daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de di gelek sindoqan de cûdabûyên zêde hene.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Partîya Çepên Kesk li Dibistana Seretayî ya Esma Ocak a navçeya Bismilê ya Amedê, di sindoqa reqemên 1234'an de 233 deng wergirtin, lê di sîstema YSK'ê de ev deng ji MHP'ê re hatin nivîsandin.
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy derbarê mijarê de wiha got: "Gelek sindoqên ku bi vê rengê deng ji MHP'ê re hatine nivîsandin hene. Hemû belgeyên îmzekirî û daneyên di YSK'ê de hatine tomarkirin hatin kontrol kirin. Wê îro îtîraz bên kirin."