Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM)’yê daxuyand ku danişîna ewil a Ezmûna Sazîyên Perwerdehîya Bilind (2022-YKS) hat dirêjkirin.
Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM)’yê daxuyand ku danişîna ewil a Ezmûna Sazîyên Perwerdehîya Bilind (2022-YKS) hat dirêjkirin.
Danişîna yekem a YKS'ê ya ku wê di 18'ê Hezîranê de bê kirin û dema ezmûnê TYT’yê ya ku herî zêde namzed beşdar bûn 135 deqîqe bû, îsal 30 deqe hat zêdekirin û bû 165 deqîqe. TYT wê 18’ê Hezîranê saet 10:15’an dest pê bike û 120 pirs ji namzedan bên kirin. Danişîna duyemîn a AYT’yê jî wê 19’ê Hezîranê saet 10:15an dest pê bike û ji bo 160 pirsan bibersivînin wê 180 deqîqe were dayîn. Rûniştina sêyemîn a Ezmûna Zimanên Biyanî (YDT) ku wê di 19’ê Hezîranê de bê kirin, wê saet di 15:45’an de dest pê bike û ji bo 80 pirsan 120 deqîqe wextê namzedan heye.