Li ser îdîaya ku DEM Partî ji bo Hevserokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê pêşnîyara Leyla Zana kirîye, ji alîyê rayedarên partîyê ve daxuyanîyek hat dayîn.
Li ser îdîaya ku DEM Partî ji bo Hevserokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê pêşnîyara Leyla Zana kirîye, ji alîyê rayedarên partîyê ve daxuyanîyek hat dayîn.
Bi îdîaya ku DEM Partî di hilbijartinên herêmî de ji bo Hevserokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê pêşnîyarek ji Sîyasetmedar Leyla Zana re birîye, hat rojevê. Di hevdîtina Ajansa Mezopotamya ya bi rayedarên DEM Partî de rayedaran gotin ku tu pêşnîyar ji Leyla Zana re nebirine û van îdîayan red kirin.
Rayedarên partîyê dîyar kirin ku weke berê ji raya giştî re ragihandine, namzet wê li gorê prensîbên hilbijartina seretayî û modela Mutabaqata Bajêr bên dîyarkirin. Rayedaran bal kişandin ser vê yekê ku ji bilî modela hilbijartinê ya lihevkirî ti gavek nayên girtin û dîyar kirin ku ne mimkûn e ku ji bo navekî pêşnîyar were kirin.