DEM Partî bi 4 xalan ji Bahçelî re bersiv da û got: "Em van heqaretên ku em nikarin bilêv bikin, bi halê zêdetir ji xwedîyê wî re îade dikin."
Navenda Giştî ya Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) ji Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re bersiv da.
Di bersiva ku ji 4 xalan pêk dihat de Serokê MHP’ê Bahçelî ku bi gotinên tund rêxistinên DEM Partî’yê hedef girt û xwest bi alîkarîya xezîneyê ya ku ji partîyê re hatîye dayîn û mûçeyên parlamenteran bê birrîn û wiha hat gotin:
“Xerabîya herî mezin a ku hatîye serê vî welatê, hûn û sîyaseta ku hûn dimeşînin e. Li şûna ku ji bo rawestandina mirina ciwanan tevbigerin, yê ku mirinan bi qehremanî pîroz dike û dixwaze pevçûn berdewam bike hûn in. Di malên cam de dijîn û li mirina ciwanan temaşe dikin, lê roj roja parastina aştîyê ya bi cesaret û bi rûmet e. Em van heqaretên ku em nikarin bilêv bikin, bi halê zêdetir ji xwedîyê wî re îade dikin."