DEDAŞ'A KU PEREYÊ COTKARAN DESTESER KIRIBÛ KET ROJEVA MECLÎSÊ
Piştê karesata erdhêjê, pereyên piştevanîyê yên ji alîyê Wezareta Çandinî û Daristanan ve ji hesabên cotkarên Amedê hatibû razandin, lê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcle (DEDAS) vî pereye desteser kiribû, anîn rojeva Meclîsê.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê Garo Paylan ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kirişçî bersivê bide pêşnîyarname da Meclîsê. Di pêşnîyarnameyê de van pirsan hate pirskirin; “DEDAŞ piştê erdhêjê jî pê li qirika cotkarê Amedê dike, hûn çima jê re nabêjin raweste? Dema ku deynên welatîyên li bajarên ku erdhêj pêk hat tên taloqkirin, DEDAŞ çawa diwêre desteka ku me daye cotkaran desteser bike? Ji bo ku deynên DEDAŞ'ê jêbibin an jî ji bo teqsîdên dirêj bê dayîn hûn ê çi bikin?”