Şîrîketa Dîcle ya Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ), li gelek xanî, kargeh û cîhên înşeatê yên navend û navçeyên Amedê ku şebekeyên qaçax tesbît kiribû, hemûyan xira kir.
Bi sarbûna hewayê û zêdebûna germkirina bi ceyranê re li herêma belavkirinê ya DEDAŞ'ê, enerjîya bêqeyd jî zêde bû. Ekîbên DEDAŞê bi daneyên teknîkî lêkolînek berfireh kirin.
Di encama lêkolîna ku hat kirin de hat tesbîtkirin ku li navenda navçeya Çinarê 33 xanî, 1 kargeh û 1 înşaet ceryana qaçax bikar tînin.
Kabloyên derqanûnî yên di binê erdê de hatibûn danîn bi makîneyên kar hatin kolandin û rakirin.
Derbarê kesên ku ceyrana qaçax bikar tînin de jî dozên hiqûqî hatin destpêkirin. Di operasyonê de hemû girêdanên derqanûnî hatin betalkirin, li herêmê 21 saetên ceyranê bi yên nû hatin guherandin.