Li navçeya Qoserê piştê ku dîmenên merasima dergistîyê ya 2 zarokan derketin holê dayîk û bavên zarokan hatin binçavkirin.
Li navçeya Qoserê piştê ku dîmenên merasima dergistîyê ya 2 zarokan derketin holê dayîk û bavên zarokan hatin binçavkirin.
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi îdîaya sozdana mehra dergûşê ji bo 2 zarokên merasima dergistîyê hat lidarxistin.
Piştê ku dîmenên merasimê derketin holê, lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin berdewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê de îro dayîk û bavên her du zarokan hatin binçavkirin. Lêpirsîna 4 kesan a li emnîyetê didome. 2 zarokên ku bibûn dergistîyê hev, xistin bin parastinê.
Di daxuyanîya ku duh ji alîyê Walîtîya Mêrdînê ve hat dayîn de hat ragihandin ku piştê nûçe û parvekirinên derbarê merasime li Qoserê de, di hin medya û hesabên medyaya civakî de cih girtin, Midûrîyeta Malbat û Xizmetên Civakî û Midûrîyeta Polêsan a Bajar, biryara tedbîrê ya demkî girtin e, zarokan xistine bin parastinê û derbarê mijarê de lêpirsîna edlî û îdarî hatîye destpêkirin.