Hevşaredarê Bajarê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, jinûve hat darizandin.
Hevşaredarê Bajarê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, jinûve hat darizandin.
Hevşaredarê Bajarê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, bi îdiaya “Endamtiyar rêxistin” hatibû darizandin û 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hePsê lê hatibû birîn.
3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza betal kiribû. Danişîna ewil a jinûvedarizandina Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.
Mizrakli, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Şandeya dadgehê jî biryar da ku rewşa girtî ya Mizrakli bidome.