Daxwaza Gultan Kişanak ku ji heyeta dadgehê 'redkirina dadger' xwest, hat redkirin.
Di Doza Kobanê de danişîna dozên 108 bersûcên ku di nav wan de hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene, berdewam kir.
Dadgehê daxwaza Kişanak a 'redkirina dadger' bi hinceta ku ji bo dirêjkirina danişînê hatîye kirin, qebûl nekir.