Bihayên neftê du roj berê 1 lîre û 64 quruş hat daxistin, îro dîsa hat zêdekirin.
Bihayên neftê du roj berê 1 lîre û 64 quruş hat daxistin, îro dîsa hat zêdekirin.
Zêdebûn û daketina neftê ji ber petrola brent, guherîna nirxên pereyên bîyanî berdewam dike.
Di 14ê Mijdarê de ji koma mazotê re 1 lîre û 64 quruş erzanî hatibû kirin, lê bihayê mazot duh ji nîvê şevê pê ve 1 lîre û 14 quruş hat zêdekirin.
Bihayên nû ya zêdekirî di bihayê firotanê de jî xûya kir. Di benzînê û LPGyê de tu guhertinek tune. Li gor bihayên neftê yên îro, lîtreya mazotê li Amedê bi 38 lîre û 85 quriş, benzîn bi 35 lîre û 88 quruşan û LPG jî bi 17 lîre û 90 quruşan tê firotin.