Rûniştina doza 15 jê girtî 18 rojnamevanên ku ji ber xebatên pîşeyî li Amedê doz lê hatibûn vekirin, di roja duyemîn de dest pê kir.
Rûniştina doza 15 jê girtî 18 rojnamevanên ku ji ber xebatên pîşeyî li Amedê doz lê hatibûn vekirin, di roja duyemîn de dest pê kir.
Rûniştina doza der barê Hevserokê Cemîyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç Mehmet Alî Ertaş.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Xwebûnê, rojnamevan Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ûngûr, Abdurrahman Öncü, Suat Doğuhan, Remzîye Temel, Ramazan Geciken, Lezgîn Akdeniz û Lezgîn Akdenîz, 18 rojnamegeran de hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di roja duyemîn de berdewam dike.
Rojnamevanên girtî, parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanîyê beşdarê danişînê bûn. Piştê parastin bi dawî bûn, tê payîn heyeta dadgehê biryara gragirtina rojnamevanan binirxîne.