Dadgeha Bilind nûçeyên ku kirêdar dikarin ji bo sînorê zêdekirina kirê ya ji sedî 25 zêdetir, ji xwediyê xanî bi şûnde daxwaz û îdîa bikin red kir.
Dadgeha Bilind nûçeyên ku kirêdar dikarin ji bo sînorê zêdekirina kirê ya ji sedî 25 zêdetir, ji xwediyê xanî bi şûnde daxwaz û îdîa bikin red kir. Li gorê nûçeya CNN Turkê, hat îdiakirin ku eger ji heqê kirêyê yê ku ji sedî 25 zêdekirina qanûnî ye zêdetir bide, dikare bi şûnde ji xwedîyê xanîyan bixwaze. Li aliyê din Rojnameger Candaş Tolga Işik, li ser medyaya civakê daxuyanî da û diyar kir ku bi Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca re hevdîtin pêk aniye û serokê dadgeha bilind jî ev îdia piştrast nekiriye. Işik got, “Min ev nûçeya CNN Turkê ji Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca pirsî û wan jî bersiveke berfireh şand. Kurtahîya wê wiha ye: Nûçeyên ku dibêjin 'kirêdarên ku ji sedî 25'ê kirê zêde didin dikarin bi dozê pereyê xwe paşve bistînin' tu eleqeya wê bi biryara Dadgeha Bilind re nîne."