Avahîya dawîn ya Dîyar Galerîayê jî hat hilweşandin û xebatên rakirina kavilan dest pê kir.
Avahîya dawîn ya Dîyar Galerîayê jî hat hilweşandin û xebatên rakirina kavilan dest pê kir.
Dîyar Galerîa di sala 1999’an de li navçeya Yenîşehîra Amedê wek navenda bazirganîyê ya yekem a bajêr ket xizmetê. Dîyar Galerîa ya ku 4 qatên wê wek navenda danûstendinê di hat bikar anîn û sîteya wê ya 4 blok, bi tevahî jî 128 daîre pêk tê, bloka yekemîn di erdhêjên navenda Mereşê de hilweşîya. Di encama hilweşînê de 89 kes di bin kavilên Dîyar Galerîayê de jîyana xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn. Ji ber ku blokên din yê sîteyê di erdhêjê de xisar dîtibûn bi tevahî hat hilweşandin û xebatên rakirina çopê û komkirina hesinan jî hatin destpêkirin. Kevir û hesinên ku hatine berhevkirin wê bên cem hev û bi kamyonan bên veguhestin.