Hat ragihandin ku ser daxwaza polêsan maça Amedspor û Sîwas Belediyesporê ji bo 16ê Cotmehê roja Yekşemê hat taloqkirin.
Hat ragihandin ku ji ber serdana Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a ku wê 15ê Cotmehê roja Şemiyê Amedê pêkbîne, li ser daxwaza polêsan maça Amedspor û Sîwas Belediyesporê ji bo 16ê Cotmehê roja Yekşemê hat taloqkirin. Maça Amedspor û Sîvas Belediyesporê ku ji ber xebatên lênerînê yên li Stadyûma Diyarbekirê, wê li Tesîsên Seyrantepeya Amedê bê lidarxistin.