DÎLÎPAK: DIBE KU LI DIJÎ SÛRÎYEYÊ OPERASYONEKE NÛ BÊ KIRIN
Der barê êrîşa li Kolana Îstîklalê de nivîskarê Haber Vakîtê Abdurrahman Dilîpak got, "Dibe ku li dijî Sûriyeyê operasyonek çêbibe."
Der barê êrîşa li Kolana Îstîklalê de nivîskarê Haber Vakîtê Abdurrahman Dilîpak got, "Dibe ku li dijî Sûriyeyê operasyonek çêbibe." Dilîpakê di gotara xwe ya îro de wiha nivîsî, “Welatîya Sûriyeyê Ehlam Elbeşîr ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve weke berpirsyarê êrîşa bombeyî ya li Taksîmê li xwe mikur hat ku "ji bo çalakiyan bike bi rêya Efrîn-Îdlibê bi awayekî neqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûye. Dibe ku ji nû ve li dijî Sûriyê operasyonek çêbibe.