Odeya Zêrfiroşên Amedê wê di Remezanê de her êvar bernameya fitarê û alîkarîyê li dar bixe. Banga piştgirîya bernameya alîkarîyê kirin.
Odeya Zêrfiroşên Amedê (DÎKO) wê di meha Remezanê de her êvar bernameya fitarê û alîkarîyê li dar bixe.
DÎKO di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku wê di meha Remezanê de bernameyeke xêrxwazî û fitarê li dar bixin û wiha got:
“Her êvar wê Serokê Odeyê û du esnafên me li ser sifreya fitarê ya malbateke feqîr bên cem hev û piştê fitarê alîkarîyê bidin. Ji esnafên me yên hêja yên ku dixwazin di vê meha mibarek a rehmê de tevlê karwana xêrê bibin, ji kerema xwe li Serokê Odeyê Mehmet Yuksel bigerin."