Înîsîyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DIERG) bertek nîşanê daxuyanîyên Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ya ku dibêje "Ji bo mînaka rol û modelê divê Mamoste formeyên spî li xwe bikin" bertek û nerazîbûn nîşan da.

DÎERG'ê destnîşankir ku ji bo lixwekirina formeyên spî divê mamoste bi xwe biryarê bide û wiha hat gotin: “Hinek mamosteyên ku li dijî pêşnûmeya wezaretê nerazîbûnê nîşan dide bi biryara lijneya mamosteyan her sal mecbûrîyeta cil û bergên xwendekaran didomînin. Bi taybetî li dibistanên taybet xwendekar nikarin li gor dilê xwe cilên xwe li xwe bikin. Mamosteyên ku pê dihesin ku ferzkirina cil û bergkirinê ji bo şexs, ji şêwazê jîyanê re destwerdanek eşkere ye, divê îsal bi biryara Desteya Mamosteyan li dijî ferzkirina cil û bergên xwendekaran derkevin. Her wiha di van nîqaşan de derket holê ku her cure mîlîtarîzma îdeolojîk û olî ya ku destwerdana li cil û bergan weke mafekî xwezayî dihesibîne û bi qanûnan ferz dike, hîn jî zindî ye. Rêz û hurmeta xwendekaran a ji mamosteyan re ne li gor cil û berg û rewşa fizîkî ye. Ya ku qedrê mamosteyan bilind dike tevgera adîl û keda wan e.”