Ersîn Dînç ê li înşaeta TOKÎ'yê ya Elezîzê dixebite, îdîa kir ku ji ber zêde wext qebûl nekirîye derb li wî hatîye xistin.
Ersîn Dînç ê li înşaeta TOKÎ'yê ya Elezîzê dixebite, îdîa kir ku ji ber zêde wext qebûl nekirîye derb li wî hatîye xistin. Dînç, di derbarê kesên ku êrîşê wî kirin de gilî kir. Ersîn Dînç ê 23 salî ku ji navçeya Erxenî ya Amedê ji bo xebatê çû Elezîzê, îdîa kir ku li înşaeta xanîyên TOKÎ yên Abdullah Paşa ya ku ji alîyê taşeron ve tê çêkirin, ji ber ku nikare zêde bixebite ji kar hatîye avêtin û îdîa kir ku ew ji alîyê kesên ku li cîhê înşaetê dixebitîn, hat lêdan. Ersîn Dînç di derbarê kesên ku êrîşê wî kirin de gilî kir.