Li Rihayê ciwanê ku ket navbera alîyên şer dikin û xwest wan aş bike, hat kuştun. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Taxa Devteşti ya navçeya Halîlîyeyê qewimî.
Li Rihayê ciwanê ku ket navbera alîyên şer dikin û xwest wan aş bike, hat kuştun. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Taxa Devteşti ya navçeya Halîlîyeyê qewimî.
Li gor îdîayan di navbera 2 komên ku li parqê rûniştibûn de bi sedem ku peyv avêtine hevdû de, şerê çekdarî derket. Ciwanê bi navê Şahîn Ozkilîç ê 27 salî ku dixwest alîyan jihev veqetîne û wan aş bike, bi guleya çekek xwedîyê wê hêj ne dîyare ve bi giranî birîndar bû.
Ozkiliç ê ku ji alîyê ekîbên tenduristîyê hat rakirin nexweşxaneyê, tevî hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de 2 kes hatin binçav kirin û lêpirsîn didom e.