CIVÎNA LIJNEYA JI BO SEMRA GUZEL HATIYE AVA KIRIN HAT TALOQ KIRIN
Komîsyona Amadekar a bi hinceta ku beşdarî Lijneya Giştî ya Meclîsê nebûye ji bo rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ya ku niha girtiîye hatiye ava kirin, duh civîna xwe ya yekemîn li dar xist.
Komîsyona Amadekar a bi hinceta ku beşdarî Lijneya Giştî ya Meclîsê nebûye ji bo rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ya ku niha girtiîye hatiye ava kirin, duh civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Komîsyon di bin serokatiya Wekîlê AKP'ê yê Isparta Recep Özel de civiya. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Rûştû Tiryakî ku li ser navê Semra Guzel beşdarî civînê bû ji bo parastinê dem xwest. Daxwaza Tiryakî hat qebûlkirin û civîn taloqî 8'ê Mijdarê hat kirin.