Rojnameger Îsmaîl Saymaz dîyar kir ku CHPê parlamenterîya Amedê pêşnîyarê parêzer Tûrkan Elçî, hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî kirîye.
Rojnameger Îsmaîl Saymaz dîyar kir ku CHPê parlamenterîya Amedê pêşnîyarê parêzer Tûrkan Elçî, hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî kirîye.
Îsmaîl Saymaz di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ji bo Turkan Elçî ya hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ji alîyê CHPê ve parlamenterîya Amedê hatîye pêşnîyarkirin. Saymaz wiha got “Ji hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Turkan Elçî re, ji alîyê CHPê ve parlamenterîya Amedê hat pêşnîyarkirin. Tê çaverêkirin ku Elçî sibe bersiva xwe bide û bêje 'erê'.”