Nûnerê CHP'ê yê Amerîkayê Yurter Ozcan, diyar kir ku biryara kurtkirina dema dengdayînê ya ji bo tûra duyemîn a li hin welatan, wê bê îtîrazkirin.
Nûnerê CHP'ê yê Amerîkayê Yurter Ozcan, diyar kir ku biryara kurtkirina dema dengdayînê ya ji bo tûra duyemîn a li hin welatan, wê bê îtîrazkirin.
Ozcan di peyama xwe ya li ser Twîtterê de wiha got: “Em ê îro li dijî kurtkirina dema dengdayînê ya li welatên wekî Amerîka, Kanada û Îngilîstanê yên ku ji bo Serokê me yê giştî dengên pir zêde tên dayîn, li YSK’ê îtîraz bikin.”
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand ku wê di navbera 20-24ê Gulanê de li deriyên gumrikê û li derveyê welat dengdayîn bê kirin.