CHP BANG KIR KU MECLÎS DI 9Ê ÇILEYÊ DE BI AWARTE BICIVE
Piştê ku 3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryara binpêkirina mafan a duyemîn a Dadgeha Qanûna Esasî ya derbarê Wekîlê girtî Can Atalay de pêk neanî, CHP’ê di 9’ê Çile de ji bo nîqaşkirina giştî bang li Meclîsê kir.
Di hinceta civîna awarte de; “Ji bo dîyarkirina helwest û tevgera Meclîsê ya li hember van geşedanan, lêkolînkirina sedemên geşedanên ku ji qeyrana dadwerî ber bi dewletbûnê ve çûye û ji bo ku rêgirtina li pêkanînên derqanûnî yê bi vî rengê, vekirina Gotûbêja Giştî pêwîstîyek neçar e da ku biryar li ser rêzikên pêwîst bên girtin.