Li Dîlokê di malekî de lêgerîn hate kirin û cesede zarokekê hate dîtin.
Li navçeya Şahînbeyê ya bajarê Dîlokê di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Cûmhûrîyetê ve dihat birêvebirin di malekî de cesedê zarokekê ku temenê wê 3 ye hat dîtin. Hat hînbûn ku cesedê zarokê demek dirêj e di sarincê de hatîye veşartin û her wiha li ser cesedê şopên lêdanê hat dîtin. Cesedê zarokê ji bo otopsîyê rakirin Sazîya Tipê ya Adlî ya Dîlokê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.