Fermandehîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di operasyona îro de berpirsekî payebilind ê DAIŞê hatîye kuştin.
Fermandehîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di operasyona îro de berpirsekî payebilind ê DAIŞê hatîye kuştin.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ku yekîneya Amerîkayê li Sûrîyê kar dike, Li ser Twitterê ragihand ku serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê roja 17ê Nîsanê di encama êrişeke helîkopteran de hatîye kuştin. Di daxuyanîya ku tê de hûrgilî nehatin parvekirin de wiha hat gotin, "Rêveberê payebilind ê DAIŞ'ê yê Sûrîyeyê ye û berpirsyarê plansazîya êrîşên terorîstî yên li Rojhilata Navîn û Ewropayê ye." Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku operasyon yekalî bûye û ti leşkerên Amerîkayê birîndar nebûne û xisar li helîkopterên Amerîkayê jî nehatîye kirin. Di berdewamîyê de jî hat gotin ku di operasyonê de ti sivîl nehatine kuştin û ji bilî lîderê DAIŞ'ê 2 kesên çekdar yên DAIŞ'ê jî hatine kuştin.