Yek ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz Melîke Alp, di bin kavilên Dîyar Galeria ya ku li Amedê hilweşîya bû de jîyana xwe ji dest da.
Yek ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz Melîke Alp, di bin kavilên Dîyar Galeria ya ku li Amedê hilweşîya bû de jîyana xwe ji dest da.
Komeleya Jinan a Rosa ji ber wefata Melîke Alp ji malbatê re sersaxî xwest. Di daxuyanîya li ser hesabê twitterê yê komeleyê de wiha hat gotin, “Me yek ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz, Yekemîn Komeleya Tevgera Jinên Kurd, Yekemîn Komîsyona Jinan a HADEP’ê û aktîvîsta mafên mirovan Melîke Alp winda kir. Em pir xemgîn in. Em sersaxîyê ji malbat, hezkirîyên wê û hemû parêzvanên mafên mirovan re dixwazin.”