Pîrozbahîya Newroza îsal wê li navçeya Dep a Elezîzê di 15'ê Adarê de dest pê bike û bi pîrozbahîyên li Agirîyê di 25’ê Adarê de bên lidarxistin bi dawî bibe. Di 21’ê Adarê de wê pîrozbahî tenê li Amedê bê lidarxistin.
Cîh û dîrokên Newroza îsal ku her sal bi milyonan kes tên cem hev, hate eşkerekirin.
Newroza 2024’an wê îsal li sedan herêman ku 57 ji wan navend e, bê pîrozkirin. Pîrozbahîya Newrozê wê di 15'ê Adarê de li navçeya Dep a Elezîzê dest pê bike.
Li gel 57 navendan wê li gelek bajar, navçe, gund û bajarokan agirê Newrozê bê pêxistin. Cejna Newrozê wê di 21ê Adarê de tenê li Amedê bê pîrozkirin. Newroza 2024’an wê bi pîrozbahîyên li Agirîyê di 25’ê Adarê de bên lidarxistin bi dawî bibe.