Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, derbarê mûçeya herî kêm a ku wê di meha Tîrmehê bê zêdekirin de daxuyanî da.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, derbarê mûçeya herî kêm a ku wê di meha Tîrmehê bê zêdekirin de daxuyanî da.
Yilmaz wiha got, "Geşedanên aborî bi taybetî enflasyon wê bên nirxandin û lihevkirinek çêbibe." Yilmaz piştê merasima vekirina Konaxa Weqfa Komeleya Xwendekarên Zanîngeha ODTUyê daxuyanî da çapemenîyê. Yilmaz derbarê îhtîmala zêdekirina mûçeya herî kêm de wiha got, "Wê komîsyon bicive. Hûn dizanin muzakereyên mûçeyê ne yekalî ne. Wê encamek lihevkirinê derkeve. Li benda van muzakereyan bin. Tu wateya nîqaşkirina van hûrgulîyan tune ye."