ÇÎFTYUREK: DI SÎYASETA KURDAN DE STRATEJÎYA SÎYASET Û TIFAQA MAYÎNDE PÊWÎST E
Serokê Giştî yê Partîya Komunîst a Kurdistanê Sinan Çîftyurek hewldana mezinbûna bi partîyên nû û xebatên tifaqê yên Kurdistanî nirxand û dîyar kir ku hevdîtin ku bi TEVGER, HAK-PAR, PSK û PAK’ê re dewam dike.

Çîftyurek bal kişand ser girîngîya tifaqê ya sîyaseta Kurd a mayînde û wiha axivî: “Divê sîyaseta Kurd partîyan deyne alîyekî û ji bo daxwazên hevpar bibin yek. Bi vî awayê divê ‘dîwara şer a sar’ ji navbera Kurdan rabe.” Çîfyurek dîyar kir ku astengîya herî mezin a pêşîya yekîtîya Kurdan de partî ne û wiha pê de çû: “Divê em partî û berjewendîyên komên sîyasî li alîyekî bihêlin da ku pêş de herin. Partîyên Kurd divê bi stratejîyeke hevpar li dijî politikaya dewletê ya aşkere têbikoşin.”