BUSTÊ AHMED ARÎF KU ZIRAR DÎT HAT TEMÎRKIRIN
Bustê helbestvan û nivîskarê Amedê, Ahmed Arîf a li parka navçeya Sûrê, piştê ku zirar dîtibû, hat temîrkirin.
Bustê helbestvan û nivîskarê Amedê, Ahmed Arîf a li parka navçeya Sûrê, piştê ku zirar dîtibû, hat temîrkirin. Li parka di navbera Çîftkapî û Tekkapiya navçeya Sûrê de, çapa dîjîtal a helbesta navdar 'Notên ji Keleha Diyarbekirê' ku li ser bustê Ahmed Arif hatîye nivîsandin, ji alîyê kes an kesên nenas ve hatîbû xerakirin. Li ser bûyerê, ekîbên girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin, bustê temîr kirin û dîsa gotinên helbesta "Notên ji Keleha Diyarbekirê" di binê bustê de cîh girtin.