Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Burhanettîn Bulut got, “Li Tirkîyeyê bikaranîna dermanên antîdepresyonê zêde bûye. Hikûmetê zirar daye psîkolojîya welatîyan.”
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Burhanettîn Bulut behsa bikaranîna dermanên antîdepresyonê yên di 10 salên dawî de li Tirkîyeyê kir û derbarê mijarê de daxuyanîyeke nivîskî parvekir.
Di daxuyanîyê de Bulut wiha got; “Di 10 salên dawî de bikaranîna dermanan 28 milyon û 193 hezar û 443 qutî zêde bûye. Welatîyên ku di şert û mercên krîza aborî de bi mûçeya kêmtirîn debara xwe dikin, ji ber zêdebûna rojane, fatûreyên giran, lêçûnên kirêya xanî û metbexê di depresyonê de ne û ji pêşeroja xwe bi fikar in, serî li bikaranîna dermanên antîdepresyonê didin. Welatî pêşeroja xwe nabînin û ji pêşerojê bêhêvî ne. Hikûmetê psîkolojîya welatîyan xera kirîye.”