Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li navçeya Baglarê bi rûspiyên civakê re hevdîtin kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li navçeya Baglarê bi rûspiyên civakê re hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û wiha got, “Gelê kurd xwedî rabûrdûyeke bi hezaran sala ye. Em ê sibe biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.
Di demên dawî de li ser neteweperestiyê nîqaş hene û ev yek jî di serê gelê me de fikaran çêdike.
Hewce nake em bikevin nava fikaran û divê em xwedî li dengên xwe derkevin.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civîna bi rûsipîyan re bang li hilbijêran kir û got: “Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin û îspat bikin ku em naxwazin Erdogan weke serokê vê welatê bibînin.