BOZDAG: DERBARÊ TTB Û TMMOB’Ê DE XEBATÊN ME BI DAWÎ BÛN
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ragihand ku xebatê wan ên ji bo guhertinên di Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) de, bi dawî bûne.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ragihand ku xebatê wan ên ji bo guhertinên di Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) de, bi dawî bûne. Wezîr Bozdag got, "Çawa ku Serokomarê me jî daxuyand, ez dixwazim diyar bikim ku xebatên ji bo guhertinên di Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) de, bi dawî bûne. Em ê di demeke nêz de vê xebatê bi raya giştî re parve bikin."